Dinya

Li Sûriyeyê hilbijartina endametiya Meclisa Gel dê di 5ê Cotmehê da bê kirin

Muhammed Karabacak  | 22.09.2025 - Rojanekırın : 22.09.2025
Li Sûriyeyê hilbijartina endametiya Meclisa Gel dê di 5ê Cotmehê da bê kirin

Damascus

Li Sûriyeyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Meclisa Gel ragihand ku hilbijartina endametiya Meclisa Gel dê 5ê Cotmehê roja Yekşemê bê kirin.

Di daxuyaniya li ser hesabê komîsyonê yê platforma Facebookê ya şîrketa Metayê ya navend Amerîkayê da hat ragihandin ku dîroka hilbijartinê li gorî teqwîma Hicrî di 13ê Rebîul Axira 1447an, li gorî teqwîma Mîladî jî di 5ê Cotmeha 2025an da ye.

Bi biryarnameya jimare 66 ya ji hêla Serokomar Ehmed Şara di 2yê Hezîranê da hat weşandin, bi serokatiya Mihemed Taha el-Ehmed va Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya 11 endamî hatibû damezirandin.

Li Sûriyeyê hilbijartina meclisa gel ji ber sedemên wekî wêraniya ji ber şerê navxweyî, kêmasiya zanyariyên nasnameyê, nebûna navnîşanan, koçberbûna nîvê gel a li nava welêt û li dervayî welêt, rasterast ne bi dengdayîna gel lêbelê li gorî esasê temsîlê bi rêya lijneyên hilbijêr tê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın