Dinya

Li Sûriyeyê di navbera rejim û YPG/PKKyê da şer derket

Mohamad Misto, Ethem Emre Özcan  | 21.04.2021 - Rojanekırın : 21.04.2021
Li Sûriyeyê di navbera rejim û YPG/PKKyê da şer derket

Haseke

 Li Qamişloya navçeya Hesekeya bajarê Sûriyeyê di navbera hêzên rejima Beşar Esed û yên YPG/PKKya rêxistina terorê da duh êvarê şer û pevçûn çêbû.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan, hêzên rejimê yên li navenda navçeya Qamişloyê duh êvarê gule berî komeke endamên YPG/PKKyê dan û ji ber vê jî şer derket.

Şerê di nav herdu aliyan da sor bû û li ser vê terorîstên YPG/PKKyî xwestin têkevin herêma eskerî ya rejima Esed a li navçeyê ku jê ra dibêjin "Çargoşeya Ewlehiyê.

Li ser vê hêzên rejimê yên li Balafirgeha Qamişloyê bi cî bûne jî hin kozikên rêxistinê yên li bajêr dan ber topan.

Qasî tê zanîn ji herdu aliyan jî kuştî û birîndar hene.

- Rûsyayê mudaxele kir

Şerê li Qamişloyê bi navbeynkariya Rûsyayê sekinî lê herdu alî jî li hev sor bûne û dibe ku şerekî nû çêbibe.

Herdu alî serê sala îsal jî li bajarê Hesekeyê pevçûbûn û bi mudaxeleya Rûsyayê rageşiya di navbera wan da jî bi dawî bûbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın