Dinya

Li Sûriyeyê di 6 mehên dawîn da ji 1000î zêdetir sivîl hatin kuştin

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) eşkere kir ku li Sûriyeyê di 6 mehên ewil ên salê da nivê wê di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê da ji 1000î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Elif Irmak  | 02.07.2020 - Rojanekırın : 03.07.2020
Li Sûriyeyê di 6 mehên dawîn da ji 1000î zêdetir sivîl hatin kuştin

Ankara

 Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) eşkere kir ku li Sûriyeyê di 6 mehên ewil ên salê da nivê wê di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê da ji 1000î zêdetir sivîl hatin kuştin.

SNHRya ku îxlalên mafê sivîlan belge dike di rapora xwe ya ku der barê mirinên sivîlan weşand da ragihand ku di nîvê îsal da 218 jê zarok, 113 jin bi tevahî 1006 sivîl bi destê aliyên pev diçin hatin kuştin.

Li gor rapora torê artêşa rejima Beşar Esed û hêzên rejimê yên ku ji komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê didê pêk tên 64 jê zarok û 24 jê jin 298 sivîl kuştin.

Di êrîşên hêzên Ûris da 62 jê zarok û 48 jê jin 205 sivîl mirin û YPG/PKKya rêxistina terorê 8 jê zarok û 1 jê jin 34 sivîl qetil kirin.

Di êrîşên DEAŞa rêxistina terorê da yek jê zarok 7 sivîl hatin kuştin, mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê jî 2 jê zarok, 2 jê jin bûn sedema mirina 26 sivîlan.

Aliyên din jî di maweya navborî da 81 jê zarok û 38 jê jin bi tevahî 436 sivîl kuştin.

Hat diyarkirin ku ji kesên ku di nîvê îsal da li Sûriyeyê hatin kuştin 3 jê xebatkarên çapemeniyê, 12 jê xebatkarên tenduristiyê û dilxwazên Parastina Sivîlan (Baretspî) ne.

SNHRyê ragihand ku îsal di kanûna paşîn da 286, di sibatê da 276, di adarê da 145, di nîsanê da 78, di gulanê da 125 û hezîranê da 96 sivîl hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di nav vê maweyê da 63 bi destê rejimê 71 kes bi êşkenceyê hatin kuştin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın