Li Sûriyeyê 38 malbatên din ên Sûriyeyî jî ji Kampa Holê ya di bin dagirkeriya PKK/YPGyê da ye hatin texliyekirin

Halab
Li Sûriyeyê 38 malbatên din ên Sûriyeyî jî ji Kampa Holê ya di bin dagirkeriya PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne da ye, serê sibê ber bi bakurê rojavayê welêt va hatin texliyekirin.
Operasyona texliyekirinê ji aliyê rêveberiya nû va hat kordînekirin û di bin tevdîrên ewlehî û mirovî da hat meşandin.
Serê sibê 38 malbatên di nav da gelek jin û zarok jî hene, bi tevahî 400 kes ji kampê derket.
Malbat digel eşyayên xwe bo Stadyuma Feyzayê ya li bajarê Babê yê bakurê rojavayê Sûriyeyê hatin veguhastin.
Li wir kontrolên wan ên tenduristiyê hatin kirin, xizmetên tenduristiyê yên bingehîn hatin dayîn, nasnameyên wan hatin qeydkirin û paşê ew teslîmê xizmên wan hatin kirin.
Midûrê Piştgirî û Îstîqrarê Munzîr el-Sellal ji nûçegihanê AAyê ra got 38 malbat ji Kampa Holê ji ber sedemên mirovî ber bi bajarên Heleb, Reqa û Îdlibê va hatin texliyekirin û ji bo ku ew dest bi jiyaneke nû bikin, piştgiriyeke pir alî wê ji bo wan bê dayîn.
Sellal diyar kir ku texliyekirin li gorî peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û PKK/YPGya rêxistina terorê ku navê HSDyê bi kar tîne da pêk hatiye û wiha got: "Me berê 142 kes texliye kiribûn. Îro jî me 38 malbat texliye kirin. Armanc ew e ku 99 malbatên din ên hewcedariya wan bi alîkariyê heye ji kampan bên derxistin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.