Dinya

Li Sûdanê êrîşî çalakvanên li pêşiya baregeha artêşê kirin

Li Xartûma paytextê Sûdanê êrîşî çalakvanên li pêşiya baregeha artêşê kirin, di êrîşê da serbazek jî tev 4 esker hatin kuştin.

Haydar Şahin  | 14.05.2019 - Rojanekırın : 15.05.2019
Li Sûdanê êrîşî çalakvanên li pêşiya baregeha artêşê kirin

Sudan

Hat ragihandin ku li Xartûma paytextê Sûdanê êrîşî çalakvanên li pêşiya baregeha artêşê kirin, di êrîşê da serbazek jî tev 4 esker hatin kuştin.

Di daxuyaniya Konseya Berwext a Eskerî da hat diyarkirin ku di êrîşa li pêşiya baregeha eskerî da serbazek jî tev 4 esker hatin kuştin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hin kes ji lihevkirina Hêzên Danezana Guherîn û Azadiyê (HDGA) aciz bûne, dîsa ew kesan ji bo nehêlin li hev bikin dixebitin û daxwaza wan ew e ku welêt têxin rêyeke tarî.

Di daxuyaniyê da ji bo kesên ku wisa dikin agahî nehat dayîn lêbelê hat gotin ku ew kesan diçin meydanên lê çalakiya rûniştinê tê kirin li gor pîlanê ji bo tevliheviyê çêbikin bang dikin û guleyan agir dikin. Di daxuyaniyê da hejmar nehat dayîn lêbelê hat diyarkirin ku gelek kes birîndar bûn.

Dîsa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Konseya Berwext a Eskerî û HDGA duh ji bo otorîteya berwext li hev kirin, ew ê roja sêşema pêşiya me li ser rêjeya tevlîbûna rêveberiyê û dema pêvajoya derbasbûnê biaxivin.

Wekî mayîn hin çalakvanên li meydanê gotin ku kesên êrîşî wan kirin ji endamên Hêzên Piştgiriya Bilez bûn.

Protestoyên li pêşiya baregeha eskerî dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın