Dinya

Li Sûdanê hikûmet hat fesixkirin

Omer Beşîrê Serokomarê Sûdanê diyar kir ku hikûmet hat fesxkirin û li welêt ji bo salekê rewşa derasayî hat îlankirin

Haydar Şahin  | 23.02.2019 - Rojanekırın : 24.02.2019
Li Sûdanê hikûmet hat fesixkirin

Ankara

Omer Beşîrê Serokomarê Sûdanê diyar kir ku hikûmet hat fesxkirin û li welêt ji bo salekê rewşa derasayî hat îlankirin.

Beşîr li Qesra Serokomariyê ya li Xartuma paytextê welêt daxuyanî da têlevizyona dewletê û diyar kir ku hikûmeta lihevkirina neteweyî û hikûmetên herêmî yên 18 eyaletan hatin fesxkirin û li welêt ji bo salekê rewşa derasayî hat îlankirin.

Serokê Sûdanê destnîşan kir ku artêşê li welêt û gel xweditiyê bike û biryarên werin dayîn jî ew ê ji nêz va bişopîne.

Beşîr ji bo diyalogê bangî hemû partiyên siyasî komên çekdar û ciwanan kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın