Ferizat Kaya
17 Îlon 2015•Rojanekirin: 17 Îlon 2015
Navenda Hişyariya Tsûnamiya Pasîfîkê hişyar kir ku piştî erdheja 8,3an dibe ku tsûnamî li peravê xe.
Hikumeta Şîliyê ragihand ku herî kêm kesek mir, 20 kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek mal û kargeh zirar dîtin. Ji ber îxtîmala tsûnamiyê gel ji herêmê ten tehliyekirin.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê li 228 kîlometre bakurê rojavayê Santiyagoyê 5 kîlometre di bin erdê de çêbû.
Li welêt di erdheja 2010an de bi lerza 8,8 erdhej çebibû û di erhejê de ji 500î zêdetir kes miribûn.
Her wiha erhej li Buenos Airesa paytextê Arjantînê jî hat hîskirin.