Atila Altuntaş
17 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2022
Li Swêdê 36 roj piştî hilbijartinên ku di 11ê Îlonê da hatin kirin, hikûmeta koalîsyona rastgir ava bû.
Hikûmeta koalîsyona sêalî ya ji Partiya Mihafezekarên Netundrev (M), Partiya Lîberal (L) û Partiya Demokratên Xirîstiyan (KD) pêk tê, li parlamentoyê raya pêbaweriyê sitand.
Partiya Demokratên Swêdê (SD) ya rast a tundrev jî ragihand ku wan ji derva va piştgirî da hikûmetê.
Partiya Demokratên Sosyal (S) ya mixalefeta sereke, Partiya Kesk û Hawirdorê (MP), Partiya Çep (V) û Partiya Navendî (C) di dengdayîna pêbaweriyê da piştgirî nedan hikûmetê.
Hikûmeta koalîsyona rastgir di dengdayîna ku 173 dengên "nexêr" hatin dayîn da bi 176 dengan va raya pêbaweriyê sitand.
Serokê Partiya Mihafezekarên Netundrev û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson diyar kir ku ew pir kêfxweş e ku ew wekî Serokwezîr hat hilbijartin û ew ê lijneya wezîran sibehê ragihîne.
Li welêt li gorî encamên hilbijartina ku di 11ê Îlonê da hatibû kirin, partiyên rastgir ji sedî 49,6, partiyên çep jî ji sedî 48,9 deng wergirtibûn. Li gorî vê di parlamentoya ku ji 349 kursiyan pêk tê, partiyên rastgir 176 kursî, yên çep jî 173 kursî bi dest xistibûn.