Li Suweydayê hêzên eşîran ragihandin ku ew pabendî agirbestê bûn û ji bajêr vekişiyan

Damascus
Li parêzgeha Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê, nûnerên eşîr û qebîleyan bi daxuyaniya hevpar va ragihandin ku ew pabendî agirbestê bûn û wan unsûrên xwe yên çekdar derxistin dervayî bajêr.
Di daxuyaniya nivîskî da wiha hat gotin:
“Em radigihînin ku piştî şêwra bi hemû qebîle û eşîrên li Suweydayê ra em pabendî agirbestê bûn û me hemû şervanên xwe yên mensûbên eşîr û qebîleyan derxistin dervayî bajarê Suweydayê da ku saziyên rayedar yên dewletê peywira xwe ya pêkanîna ewlehî û îstiqrarê bînin cih.“
Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku heger rêkeftin ji hêla komên dereqanûnî bê binpêkirin, qebîle û eşîrên Sûriyeyî dê bi awayekî tund bersivê bidin.