Li Suweydaya wilayeta Sûriyeyê pevçûnên navbera Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî dewam dikin

Ankara
Li wilayeta Suweydayê ya ku ji aliyê başûrê Sûriyeyê va dikeve ser sînorê Urdunê, pevçûnên navbera Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî dewam dikin, artêşa Sûriyeyê hêzên teqwiye sewqî herêmê kirin, lê hêzên Durzî 6 eskerên artêşê kuştin.
Ji Wezareta Parastina Sûriyeyê çavkaniyekî agahî da Kanala Nûçeyan a Sûriyeyê ya dewletê û diyar kir ku ji bo kutakirina pevçûnê ya navbera komên li Suweydayê, ji herêmê ra esker hatin sewqkirin, lê hêzên Durzî êrîşî yekîneyên artêşê kirin û 6 esker kuştin, 9 esker dîl girtin.
Pevçûn li bajaroka Kenakerê ya li gundewarê wilayetê yê aliyê başûr û aliyê rojava dewam dikin.
Ji pêşengên Durziyan Hîcrî daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku artêşa Sûriyeyê û hêzên asayîşê têkevin herêmê.
Hîcrî daxuyand ku rêvebiriya Sûriyeyê piştgiriya eskerî da eşîrên Bedewî û bangewaziya "parastina navneteweyî ya acil" kir.
Dema ku Hîcrî daxuyanî da, balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê ji ser xeta Kuneytra-Suweyda û Derayê firîn.
Ji aliyê din va artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li nêzî bajarê Suweydayê, derdora gundê Semiyê "gelek tank" kirin hedef.