Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî hevdîtina bi Denîs Zvîzdîçê Serokê Konseya Wezîrên Bosna Hersekê re, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Serokwezîr Davutoglu di civîna ku li Avahiya Saziyên Dewletê hat lidarxistin de axivî û got ku nêzikahiya min a Bosna Hersekê baş tê zanîn û destnîşan kir ku ew xwe wek yekî ji Saraybosnayê dibîne û vê jî her tim tîne ziman.
Davutoglu got ku Bosna Hersek yek ji navendên wicdanê mirovahiyê ya herî girîng e û diyar kir ku wî ev ziyareta xwe bi minasebeta 20emîn sala komkujiya Srebrenîtsayê kir û ji ber vê yekê xemgîn e.
Serokwezîr Davutoglu got ku Xwedê rehma xwe li wan kesên ku di komkujiya Srebrenîtsayê de mirin bike û Xwedê sebrê bide malbatên wan û wiha dewam kir: "Li Srebrenîtsayê ne tenê birayên me yên li vir di heman demê de wicdanê însanetiyê û hiqûqa navneteweyî jî hat qetilkirin."
Davutoglu got ku 20 sal di ser wan bûyeran re derbas bû, hêvî dikim ku hemû aliyan ji van bûyeran dersa xwe hildabe û di berdewamiya xeberdana xwe de got ku hê jî li gelek herêmê dinyayê bûyerên bi vî şiklî diqewimin û ew ji ber vê yekê bi keder in.
-"Em ê her tim li bal Bosna Hersekê bin"
Davutoglu diyar kir ku Tirkiye dê di mijarên wek endamtiya NATO û Yekîtiya Ewropayê de piştgiriyê bide Bosna Hersekê û di dawiya axaftina xwe de got ku ew ji bo ji hêla aboriyê ve jî têkiliyên di navbera xwe de xurttir bikin hewl didin.