BEXDA
Li bajaroka Silêmanbegê ya ku girêdayî bajarê Selahaddîna li bakurê Iraqê ye, di navbera Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û hêzên ewlehiyê de pevçûn diqewimin. Di pevçûnan de 2 ji wan leşker bi tevahî 22 kes mirin.
Rayedarên Hêza Operasyonê ya Dîcleyê ya ku di bin banê artêşa Iraqê de ne, daxuyaniyek dan Ajansa Nûçeyan ya Neteweyî ya Iraqê. Rayederan ragihand ku di pevçûna navbera hêzên Iraqê û kesên çekdar de 20 milîs hatin kuştin, ji hêzên ewlehiyê jî 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku Hêza Operasyona Dîcleyê ji sedî 80yî kontrola Silêmanbegê bi dest xist.
Artêşa Iraqê bi qasî hefteyek beriya niha bi îdiaya ku endamên DÎŞIyê ketin herêmê, operasyonên berfireh dabûn destpêkirin.