Li Silêmaniyê di xwepêşandina xwendekarên zanîngehê da agir berdan avahiya YNKyê

As Sulaymaniyah
Li Silêmaniya bajarê Iraqê di kêliya ku xwendekarên zanîngehê xwepêşandin li dar xistin da agir berdan avahiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK).
Ji bo ku perwerdeya xwe kuta bikin, xwendekaran ji hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xwest ku pereyê seba wan hatiye texsîskirin, zêde bikin. Bi hinceta ku kesî guh neda vê daxwazê, xwendekaran xwepêşandan li dar xist û protestoya wan ket roja sêyem.
Di xwepêşandinên ku li Silêmaniyê hatin lidarxistin da xwendekarên zanîngehê xwest ji ber avahiya Walîtiyê bimeşin Meydana Serayê ya li navenda bajêr, lê hêzên asayîşê pêşî li wan girt.
Grubeke xwendekaran kevir avêt hêzên asayîşê, hêzên asayîşê jî bi ava tazyîq û xaza îsotê grub bela kir.
Dema ku xwepêşandinan dewam dikir, hinekan agir berda avahiya YNKyê.
Xwepêşandinan li Hewlêrê jî dest pê kir. Xwendekar li pêşiya Wezareta Perwerdeyê ya Bilind civiyan û xwepêşandin kirin.
Duh li Enstîtuya Teknîkê ya Zanîngeha Silêmaniyê di xwepêşandinan da hin xwepêşandêr birîndar bûbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.