Dinya, Koronavîrus

Li seranserê dinyayê ji 825 milyonî zêdetir aşî hat kirin

Emre Aytekin  | 15.04.2021 - Rojanekırın : 16.04.2021
Li seranserê dinyayê ji 825 milyonî zêdetir aşî hat kirin

Ankara

 Li gor malpera "ourworldindata.org"ê ya ku daneyên der barê aşiya Kovîd-19ê da berhev dike li Amerîkayê 192 milyon û 280 hezar doz aşî hat kirin û li ser rûyê dinyayê di mijara aşîkirinê da ew der di rêza ewil da cî digire û piştî Amerîkayê jî Çîn bi 175 milyon û 620 hezar dozî va di rêza duyemîn da û Hindistan jî bi 111 milyon û 180 hezar dozî va di rêza sêyemîn da, Îngiltere bi 40 milyon û 110 hezar dozî va di rêza çaremîn da, Brezîlya bi 30 milyon û 800 hezar dozî va di rêza pênçemîn da û Tirkiye bi 19 milyon û 380 hezar dozî va di rêza şeşemîn da, Almanya bi 19 milyon û 240 hezar dozî va di rêza heftemîn da, Endonezya bi 15 milyon û 600 hezar dozî va di rêza heştemîn da, Fransa bi 14 milyon û 890 hezar dozî va di rêza nehemîn da, Rûsya bi 14 milyon û 580 hezar dozî va di rêza dehemîn da, Îtalya bi 13 milyon û 590 hezar dozî va di rêza yanzdemîn da, Şîlî bi 12 milyon û 260 hezar dozî va di rêza donzdehmîn da, Meksîka bi 12 milyon û 250 hezar dozî va di rêza sêzdehmîn da, Spanya bi 11 milyon û 70 hezar dozî va di rêza çardemîn û Îsraîl jî bi 10 milyon û 290 hezar dozî va dê rêza panzdemîn da cî digire.

Li gor nifûsê bê mêzekirin di nav welatên herî zêde welatiyên xwe aşî kir da Îsraîl di rêza ewil da cî digire.

Di nav welatên herî zêde aşî li welatiyên xwe xistin da jî Tirkiye di rêza 6an da cî digire. Rêjeya aşîkirinê bo 100 kesî 22,6 e.

Li Tirkiyeyê heta niha 11 milyon û 649 hezar û 824 kesî doza ewil a aşiyê li xwe xist û ji doza duyemîn a aşiyê jî 7 milyon û 731 hezar û 130 kesî li xwe xist.

Dema li rêjeya aşiya ku li parzemînan hatiye kirin tê mêzekirin tê dîtin ku ferqeke pir mezin heye. Di nav parzemînên li qada bakur û li yên qada başûr da ev ferq li ber çavan e. Li parzemîna Asyayê 375 milyon û 860, li parzemîna Amerîkaya Bakur 216 milyon û 250 hezar û li parzemîna Ewropayê jî 162 milyon û 640 doz aşî hatine kirin.

Li seranserê dinyayê 138 milyon û 865 hezarî zêdetir kes bi şewbê ketin û 2 milyon û 986 hezar kes jî ji ber heman nexweşiyê mirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın