Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji 19 milyonî derbas bû
Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ji 19 milyonî derbas bû.
Ankara
Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ji 19 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên malpera "Worldometer"ê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine gihîşt 19 milyon û 614an.
Li dinyayê hejmara herî zêde li Amerîkayê ye ku 4 milyon û 973 hezar û 741 kes bi Kovîd-19ê ketine.
Piştî Amerîkayê dewletên ku nexweş lê zêde ne wiha ye:
Brezîlya (2 milyon û 862 hezar û 761), Hindistan (milyonek û 967 hezar û 700), Rûsya (871 hezar û 894), Afrîkaya Başûr (529 hezar û 877), Meksîka (456 hezar û 100), Peru (447 624), Şilî (364 hezar û 723), Îspanya (352 hezar û 847), Kolombiya (345 hezar û 714), Îran (317 hezar û 483), Îngiltere (307 hezar û 184), Erebistana Siûdî (282 hezar û 824), Pakistan (281 hezar û 863), Bangladeş (249 hezar û 863) û Îtalya (248 hezar û 803).
Li Tirkiyeyê jî hejmara nexweşan derket 236 hezar û 112an.
Dewletên ku hejmara nexweşan ji 100 hezarî derbas bûne jî wiha ye:
Arjantîn (220 hezar û 682), Almanya (214 hezar û 104), Fransa (194 hezar û 29), Iraq (137 hezar û 556), Filipîn (119 hezar û 460), Endonezya (118 hezar û 753), Kanada (118 hezar û 187) û Qeter (111 hezar û 805).
Kovîd-19a li Wuhana bajarê Çînê derket ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû.
Li seranserê dinyayê ji ber şewba Kovîd-19ê 711 hezar û 622 kes mirin, 12 milyon û 188 hezar û 295 kesên nexweş ketin baş bûn û 6 milyon û 100 hezar û 493 kes jî hê tên dermankirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.