Dinya

Li ser sînorê Tayland û Kamboçyayê pevçûn derket

Ecem Şahinli Ögüç, Dilara Karataş  | 24.07.2025 - Rojanekırın : 24.07.2025
Li ser sînorê Tayland û Kamboçyayê pevçûn derket

Ankara

Li ser sînorê binîqaş ê Tayland û Kamboçyayê pevçûn derket û li gor tesbîtên ewil li aliyê Taylandê 9 sivîl hatin kuştin, 14 sivîl birîndar bûn.

Li nêzî perestgeha Khmerê ya li ser xeta sînorê navbera Tayland û Kamboçyayê serê sibehê pevçûn derket.

Artêşa Qraliyetê ya Taylandê (RTA) daxuyand ku guleya ewil eskerên Kamboçyayê agir kir.

RTAyê diyar kir ku di êrîşan da li eyaleta Sîsaketê 6 li eyaleta Surînê 2, li eyaleta Ubon Ratchathaniyê kesek hat kuştin, 14 kes birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Taylandê Surasant Kongsiri ragihand ku pevçûn herî kêm li 6 deverên ser sînor dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın