Dinya

Li Rûsyayê balafira bi cureya An-24an ku 49 kes tê da bûn, ket

Dmitri Chirciu  | 24.07.2025 - Rojanekırın : 24.07.2025
Li Rûsyayê balafira bi cureya An-24an ku 49 kes tê da bûn, ket

Moskova

 Wezareta Rewşa Acîl ya Rûsyayê rahigand, enqaza balafira bi cureya An-24an ku li Amûra herêma Rûsyayê ji radarê derketibû û 49 kes tê da bûn, hatiye dîtin.

Di daxuyaniya Wezareta Rewşa Acîl ya Rûsyayê da hat diyarkirin enqaza balafira bi cureya An-24an ku 43 rêwî û 6 muretebat tê da bûn, ji radarê derketibû, dîtine.

Hat destnîşankirin ku ekîbên xilaskirinê ber bi ciyê balafirê da bi rê ketine.

Li gor nûçeya Tassa ajansa nûçeyan ya Rûsyayê ku ji servîsa acîl agahî hildaye, balafir 15 kîlomêtro dûrî bajarê Tindayê li berpalên çiyayekî hatiye dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın