Li Senegalê heywanên ji bo qurbanê beriya eydê di okyanûsê da tên şûştin

Dakar
Eyda Qurbanê nêzîk dibe ku li Senegalê jî heywanên ji bo qurbanê beriya eydê di okyanûsê da tên şûştin.
Di zimanê herêmî da Eyda Qurbanê wek "Tabaskî" tê binavkirin.
Amadehiyên eydê dewam dikin ku ji van amadehiyan yek jî ew e ku pezên ji bo qurbanê bên şûştin.
Heywanên ji bo qurbanê beriya eydê di okyanûsê da tên şûştin û wisa teslîmî xwediyên wan tên kirin.
Li hin cihan heywan bi satilên avê tên şûştin, lê li herêmên devê Okyanûsa Atlasê jî ew di okyanûsê da tên şûştin.
Gelemperî zarok û ciwan heywanan dişon ku dema ev kar tê kirin dîmenên xweş derdikevin holê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.