Dinya

Li Selahaddîna bajarê Iraqê ji ber barana gur pire tep bû

Ali Makram Ghareeb  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 11.12.2025
Li Selahaddîna bajarê Iraqê ji ber barana gur pire tep bû Ali Makram Ghareeb

At Ta mim

 Li Iraqê ji ber lehiya ku ji ber barana ev du roj in bi bandor e rabû qismekî Pireya Aksuyê ya li ser rêya Kerkûk-Bexdayê ya li navçeya Tuzxurmatuyê ya li ser bajarê Selahaddînê tep bû.

Qaymeqamê Tuzxurmatuyê Zulfîkar Heyder der barê mijarê da daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê.

Heyder got ku ji ber lehiya ku ji ber barana gur rabû qismekî Pireya Aksuyê tep bû.

Heyder diyar kir ku bi tepbûna qismekî pireya li ser rêya Kerkûk-Bexdayê di trafîkê da tengasiyeke mezin çêbû û û da zanîn ku berê wesayîtên barê yên mezin dan guzergaheke din.

Midûrê Rêbejan a Kerkûkê Elî Ekber jî da zanîn ku barana gur a ku du roj e bênavber dibare bû sedema lehiyê û bû sedem ku qismeke Pireya Aksuyê hilweşe.

Ekber bal kişand ku pire biqasî 50 sal berê hat çêkirin û bi rêk û pêk dihat temîrkirin û got ku lêbelê li hember lehiya zêde nekarî li ber xwe bide.

Li tevahiya Iraqê ji ber lehiyê li Çemçemalê ya li ser navçeya Silêmaniyê 2 kes, li Kerkûkê zarokek mir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın