Abdullah Tel
29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
ŞANLIURFA
Li Sirûca navçeya Rihayê di wesayit li hevdu qelibîn, di qezayê de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta bi plakeya 27 C 4157 a şofêrê wê Mehmet Alav bû li nêzî Taxa Ezgiyê ya ser rêbeja Riha-Entabê li wesayîta bi plakeya 06 FKT 26 ku şofêrê wê jî Tahîr Bulbul bû, xist.
Di qezayê da herdu şofêr û Emîne Çîgdem, Yaşar, Mustafa, Emîne, Yagmur Ada, Leyla û Mehmet Alavê rêwiyên wesayîtê, Alî, Îbrahîm û Ayhan Bulbulê rêwiyên tirimbêlê birîndar bûn
Şofêr Mehmet Alavê ku ekîbên tendûristiyê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê digel hemû mudaxaleyan biser xwe da nehat û mir.
Ji birîndaran 4 kesên rewşa wan giran bû piştî mudaxaleyên ewil sewqî nexweşxaneyên Rihayê kirin.