Dinya

Li Sûriyeyê sewqkirina ewil a nefta herêmên ku ji YPGyê hatin rizgarkirin, gihîşt Banyasê

Mehmet Nuri Uçar  | 25.01.2026 - Rojanekırın : 26.01.2026
Li Sûriyeyê sewqkirina ewil a nefta herêmên ku ji YPGyê hatin rizgarkirin, gihîşt Banyasê Mehmet Nuri Uçar

Deyru z Zor

BANYAS (AA) - Li Sûriyeyê ji qadên neftê yên "Omer" û "Tenk"a li gundewarên Dêrezorê ku ji YPGya rêxistina terorê hatin rizgarkirin, 20 tankerên nefta xam gihîştin tesîsên Şirketa Neftê ya Sûriyeyê ya li bajarê Banyasê.

Li gor SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê, piştî ku artêşa Sûriyeyê li herêmê ket herêmê û asayîş pêk anî, nefta ji qadên neftê yên Omer û Tenkê tê derxistin, dest pê kir û gihîşt şirketa neftê ya Sûriyeyê.

20 tanker nefta xam bi barê 20 tankêran gihîşt Şirketa Neftê ya Sûriyeyê. Ji ber ku şirketê cardin dest pê kir û nefta xam hilda, ev teslîmata ewil a neftê girîng e.

Rayedaran ragihand ku tanker bi sax û silametî gihîştin tesîsan.

Qadên neftê yên Omer û Tenkê li Sûriyeyê di nava qadên hilberîna neftê yên herî girîng da cih digirin. Kontrolkirina qadên neftê û ji bo Banyasê şandina nefta xam di heman demê da pêvajoya hakimiyeta ser çavkaniyên siruştî ya rêvebiriya navendî xurt dike.

Li gorî rayedaran tê plankirin ku di heyama pêş da sewqkirina neftê peyder pey zêde bibe û piştî kutakirina kar û baran sewqkirin wê bê navber dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.