Dinya

Li Sûriyeyê deverên derdora Hesekê û başûrê Eynulerebê şer bi piranî rawestiyaye

Ömer Koparan, Mustafa Deveci  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Li Sûriyeyê deverên derdora Hesekê û başûrê Eynulerebê şer bi piranî rawestiyaye

Ankara

 Pevçûnên ku duh li parêzgeha Heseke û deverên başûrê Eynulerebê di dema pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ber bi rojhilatê Rûbarê Feratê va, di çarçoveya Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam a di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDya rêxistina terorê da dest pê kirin, di saetên serê sibê da bi dawî bûn.

Li gorî nûçegihanên AAyê yên li herêmê, artêşa Sûriyeyê li çar xalan li dora parêzgeha Hesekê belav bûye, yek ji wan li ber deriyê navenda bajêr e.

Yekîneyên artêşê jî li ser xetê li dervAyî bajarokê Sirrin li başûrê Eynulerebê bi cih bûne.

Pevçûnên ku di tevahiya şevê da li her du deveran navber bi navber berdewam bûn, destê sibehê bi piranî kêm bûn.

Bi heman awayî, pevçûnên di navbera rêxistin û hêmanên rejima hilweşiyayî yên ku Girtîgeha Aktanê, li bakurê navenda bajarê Reqayê dagIr kiribûn û artêşa Sûriyeyê, ku dixwest kontrol bike, kêm bûne.

Artêşa Sûriyeyê berdewam hêzên xwe li her du deveran bi cih dike.

Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam a ku di 18ê Çileya Paşîn da di navbera rêveberiya Şamê û YPG/HSDê da hatiye îmzekirin, entegrekirina hemû saziyên sivîl ên li parêzgeha Hesekê yên di bin kontrola rêxistina terorê da ne, di nav sazî û avahiyên îdarî yên dewleta Sûriyeyê da destnîşan dike.

Di peymanê da her wiha xalek derbarê vekişîna hebûna eskerî ya giran ji herêma Eynulerebê, avakirina hêzeke ewlehiyê ya ji nîştecihên bajêr pêk tê û avakirina hêzeke polês a herêmî ku ji hêla îdarî va girêdayî Wezareta Navxweyî a Sûriyeyê ye, heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın