Dinya

Li Sûdana Başûr piraniya nifûs li ber xelayê ye

Buroya Îstatîstîkê ya Neteweyî ya Sûdana Başûr ragihand ji nifûsa welêt nêzî 7 milyonî bi talûkeya xelayê ra rû bi rû ye, ji bo ku rewş demildest were kontrolkirin pêdivî bi alîkariya însanî ya bilez heye.

İbrahim Atmaca  | 27.02.2018 - Rojanekırın : 28.02.2018
Li Sûdana Başûr piraniya nifûs li ber xelayê ye

Cuba

CUBA

Hat ragihandin ku li Sûdana Başûr nêzî 12 milyonî nifûs heye û ji vê nifûsê nêzî 7 milyonî bi talûkeya xelayê ra rû bi rû ye, ji bo ku rewş demildest were kontrolkirin pêdivî bi alîkariya însanî ya bilez heye.

Li gor rapora ku Buroya Îstatîstîkê ya Neteweyî ya Sûdana Başûr weşand, li welêt 6,8 milyon meriv ji ber ku ji hêla xidayê va ewle nîne, bi talûkeya birçîbûnê ra rû bi rû ye.

Li gor raporê ji ber ku li welêt pevçûn hene û meriv ji ber pevçûnan ji cî û warên xwe dibin, pênebaweriya xidayê çêbûye, ev jî rê li ber hilberîna mehsûlan û parvekirina refahê digre, dibe sedema xerabûna mayînde ya aboriya makro.

Di raporê da hişyarî hat dayîn ku bi milyonan meriv bi talûkeya birçîbûnê ra rû bi rû ne û ji bo wan bi awayekî acil alîkarî hewce dike.

- Krîza xidayê ya heyî li welêt heta niha cara ewil tê dîtin

Alîkarê Kordînatorê Alîkariya Însanî ya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Alain Noudehou diyar kir, li Sûdana Başûr gelek meriv hene ku pêdiviya wan bi awayekî acil alîkariya însanî heye û ev qas hejmar meriv dixe fikarê.

Noudehou diyar kir ku rewşa heyî li welêt heta niha cara ewil tê dîtin û krîza xidayê ya herî mezin e.

Noudehou diyar kir ku sedema sereke ya li Sûdana Başûr pênebaweriya xidayê û talûkeya xelayê, pevçûna li welêt e, ji bo ku pevçûn bi dawî bibin û aştiyeke mayînde çêbibe bangî hemû aliyan kir ku biryardar bin.

Noudehou wiha axivî, "li welêt pêdivî bi alîkariya însanî ya acil heye, şerê ku dewam dike divê were sekinandin da ku meriv vegerin malên xwe."

Sûdana Başûr ji Sûdanê veqetiya û di 2011an da serxwebûna xwe îlan kiribû. Serokê Dewleta Sûdana Başûr Salva Kiir Mayardit di 16ê berfanbara 2013an da bi îdiaya hewla derbeyê Riek Macharê alîkarê xwe ji wezîfeyê hilda û pişt ra li welêt şerê navxweyî rû dabû.

Bi çavdêriya Otorîteya Pêşketinê ya Navhikûmetî (IGAD) hevdîtinên aştiyê hatin kirin û di 17ê tebaxa 2015an da di navbera aliyan da lihevkirin çêbûbû, lê di 8ê tîrmeha 2016an da li Cubaya paytext pevçûnan cardin dest pê kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.