Emre Gürkan Abay
03 Tebax 2021•Rojanekirin: 04 Tebax 2021
Şewata daristanan yên li rojhilatê Rûsyayê mezin bû ji milyonek hektarî darbas bû.
Di daxuyaniya Ajansa Daristanê ya Federal a Federasyona Rûsyayê da hat diyarkirin ku hetanî 2yê tebaxê tengaya li 830 hezar hektar erdî şewatê dewam kir û xebatên temirandina şewatê dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawîn da li 40 ciyî şewat hildan kontrolê û wiha hat gotin: "Ji 3yê tebaxê pê va li 222 ciyî bi tevahî li milyonek û 71 hezar û 845 hektar erdî şewat dewam dikin, 126 şewat li Yaqutistanê, 50 şewat jî li herêma Îrkutskê dewam dikin."
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku kêm û zêde 5 hezar kes bi sedan wesayîtan va wezîfeyê dikin.
Wekî mayîn Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji bo têkoşîna dijî şewatê ya li Yaqutistanê 109 personel û 16 wesayîtên din jî sewq kirin.
Ji tîrmehê pê va li Sibîryaya herêma Rûsyayê di şewatan da 1,3 milyon hektar erd bibû xwelî û rayedaran rewşa acil îlan kiribû.