Li Rûsyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê nêzîkî milyonek û 110 hezarî bû
Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 109 hezar û 595an, ya kesên mirin jî derket 19 hezar û 489an.
Moskova
Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 109 hezar û 595an, ya kesên mirin jî derket 19 hezar û 489an.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê li Rûsyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 6 hezar û 196 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket milyonek û 109 hezar û 595an.
Li welêt hejmara miriyan di rojekê da 71 zêde bû û derket 19 hezar û 489an, ya kesên baş bûn jî 2 hezar û 616 zêde bû û derket 911 hezar û 973yan.
Li paytext Moskowê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 915 zêde bû û derket 277 hezar û 408an, ya miriyan jî 12 zêde bû û derket 5 hezar û 69an.
Di daxuyaniya Serwêsa Parastina Tenduristiya Însanan û Mafên Xerîdaran a Rûsyayê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 282 hezar testên nû hatin kirin û hejmara testên ku heta niha hatin kirin jî ji 43 milyon û 100 hezarî derbas bû.