İbrahim Atmaca
22 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di bin sifrê da 3 pileyan va li Erdêxanê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa pir ewrayî ye û tê texmînkirin ku li Erdêxan û der û dora wê car caran şilî wê bibare û paşê vegerîne şilopeyê.
Li herêmê germahî li gor demsalê ye.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 7, li Îdirê 5, li Erzincanê 2, li Erziromê 1, li Qersê sifir, di bin sifrê da li Erdêxanê 3 û li Agiriyê 1 pile hat pîvan.
Li gor texmînê germa hewayê ya herî zêde wê li Îdir û Tunceliyê 21, li Erzincanê 19, li Agiriyê 16, li Erzirom û Qersê 13 û li Erdêxanê 11 pile be.