Li rojhilatê Feratê tunela ku YPG/PKKyê kolaye derxistin holê
Li gundên ku di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê hatin xilaskirin xebatên lêgerînê didomin

Ankara
Li gundê Kiştoya ku di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqijkirin da tuneleke ku YPG/PKKya rêxistina terorê kolaye derxistin holê.
Di Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra ji bo ku korîdora terorê ya tê hewldan ku li sînorê başûr ê Tirkiyeyê bê avakirin, aştî û aramiyê bînin herêmê li bakurê Sûriyeyê dijî rêxistinên terorê yên wekî YPG/PKK û DEAŞê dan destpêkirin da li gundên ku ji terorê hatin xalîkirin xebatên lêgerînê didomin.
Di navbera Tirkiye û Kiştoya gundê Resuleynê yê ku rêxistinê dagir kiribû ya ku hat xilaskirin da tuneleke rêxistina terorê hat dîtin.Di dîmenên hatin bidestxistin da tê dîtin dema ku biqasî 4 mêtroyan berjêr dibin daketina tunela ku bi dîwarên beton hatiye çêkirin xuya dike.
YPG/PKK taktîkên ku berê DEAŞa rêxistina terorê bi kar dianî bi kar tîne û tunelan ji bo berxwedana hember herekatên eskerî yên muhtemel, veşartin û êrîşên ji nişka va dikole.
Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ya ku TSKyê duh bi ANSyê ra da destpêkirin da el Yabse û Til Fander, Muşeyrfe, Dedat, Bîr Aşiq û Hemîdiyeya gundên Til Ebyadê û Kiştoya gundê Resuleynê ji terorê hat xalîkirin.
AAyê di kanûna pêşîn a 2018an da û 15ê nîsana 2019an da dîmenên xebatên kolana tunelan a YPG/PKKya rêxistina terorê yên li navçeyên Minbic û Kobanêyê kişandibûn.
Piştî ku di Herekata Çiqlê Zeytûnê da Efrîn ji YPG/PKKyê hat xilaskirin derketibû holê ku li navçeyê rêxistinê gelek tunel kolane.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.