Dinya, archive

Li RHKÎFê amadekariyên hilbijartinan didomin

Li Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Îraqa Federal (RHKÎF) ji bo 111 palkursiyên parlementoyê dê 31 partî û hezar û 138 endam beşdarî hilbijartinan bibin.

27.07.2013 - Rojanekırın : 27.07.2013
Li RHKÎFê amadekariyên hilbijartinan didomin

HEWLÊR

Li Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Îraqa Federal (RHKÎF) ji hilbijartinên parlementoyê re ji 2 mehan kêmtir wext ma û kelecana vê yekê roj bi roj zêde dibe. Ji ber ku meha Remezanê ye bi roj buroyên partiyan ne qelebalix in lê êvaran tijî dibin.

Li gorî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Hewlêrê da zanîn dê 31 partî di 21ê îlonê de beşdarî hilbijartinan bibin. Hejmara palkursiyên parlementoyê 111 e û hezar û 138 endam beşdar dibin. Îsal dê weke salên berê çend partî nikaribin bi hev re beşdar bibin. Ji ber ku dê her partî bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe, wê yekem car îsal rêjeya rayên hemû partiyan derkeve holê.

Ji 111 palkursiyan 100 heb jê ji bo kurdan 11 heb jî ji bo kêmaran hatiye veqetandin. Li gorî vê yekê dê 10 kesên ji bo palkursiyekî bikevin hilbijartinan.

Li gorî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Hewlêrê da zanîn dê 31 partî û hezar û 138 endam beşdarî hilbijartinan bibin. Ji van kesan hezar û 99 kes ji partiyên kurdan in yên din jî ji partiyên komên dînî û kêmaran in.

Ji Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ku niha li parlementoyê xwediyê 30 palkursiyan e Umîd Xweşnav, diyar kir ku PDK ji bo 100 palkursiyî endam diyar kirine, ji sedî 30 jê jin in û wiha dewam kir: "Ji 100 endamî tenê 3 kes niha  parlementer in. Ango em ê bi endamên nû bikevin hilbijartinan." Xweşnav, da zanîn ku di nav endamên PDKê de mela, hiquqnas, zanyar û karsaz jî hene.

Partiya mezin a duyemîn Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bi 100 endamî beşdarî hilbijartinan dibe. Niha li meclisê 29 parlementerên YNKê hene û 8 kes ji wan dîsa endam in. 

Partiya sereke a muxalefetê Goran jî, bi 100 endamî beşdarî hilbijartinan dibe. Berpirsê Goranê yê Hewlêrê Hemîn Enwer, daxuyand ku ji 100 kesî ji sedî 30 jê jin in û lîsteya Goranê bi temamî hatiye guhartin. 

Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê jî bi 76 endaman beşdar dibe û 30 kes ji wan jin in. Niha li meclisê 4 parlementerên vê partiyê hene.  

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın