Dinya

Li Reutersê Sansûra alîgiriya Îsraîlê: Di nûçeyên jenosîda Xezeyê da standardên dualî

Ahmet Furkan Mercan  | 22.08.2025 - Rojanekırın : 23.08.2025
Li Reutersê Sansûra alîgiriya Îsraîlê: Di nûçeyên jenosîda Xezeyê da standardên dualî

Ankara

Karmendên Reutersê ku yek ji ajansên nûçeyan ên pêşeng ên cîhanê ye, ji ber helwesta alîgiriya Îsraîlê ya rêveberî û karmendên edîtoriyê yên şîrketê di ragihandina jenosîda ku Îsraîlê ji Cotmeha 2023an vir va li Xezeyê dike da, rastî astengkirin û sansurê tên.

Reutersa di sala 1851an de li Londonê hate damezrandin, niha yek ji ajansên nûçeyan ên herî bi bandor ên cîhanê ye ku tê texmînkirin rojane zêdetirî mîlyarek temaşevanên wê hene, di nûçeyên xwe yên li ser Filistîniyan de bi sansûr û "alîgiriya pêşdaraz a Îsraîlê" tê tawanbarkirin.

Karmendên Reutersê yên bi şertê nehênîhiştina navên xwe ji weşana Brîtanî Declassified UK ra axivîn, gotin ku di nav rêveberî û karmendên edîtorî yên ajansê da"alîgiriya pêşdaraz a Îsraîlê" li dijî jenosîda li Xezeyê heye.

Reuters nûçeya mirina rojnamevanê Filistînî Enes Cemal Şerîf, ku yek ji dengên sereke yên êrîşa Îsraîlê ya vê mehê bû, bi sernavê "Îsraîlê nûçegihanê El Cezîreyê ku îdia dikir serokê Hemasê ye kuşt" weşand.

Bikaranîna vê sernavê, tevî wê rastiyê ku Şerîf berê ji bo ajansê xebitîbû û beşek ji tîma Reutersê bû ku Xelata Pulitzer a 2024an wergirt, di nava raya giştî da nerazîbûnek giştî derxist holê.

Berteka raya giştî bi tenê bi milyaran temaşevanên ajansa nûçeyan a cîhanî li çaraliyê cîhanê ve sînordar nema, ev yek hem di nav hin karmendên Reutersê da fikar derxist holê û hem jî bûye sedema nirxandinek navxweyî ya li ser "alîgiriya edîtorî".

Li gorî nûçeya organa weşanê, lêkolîneke navxweyî ya ku ji aliyê rojnamevanên Reuters va hatiye kirin ku 499 nûçeyên bi nîşana "Îsraîl-Filistîn" ên di navbera 7ê Cotmeh - 14ê Mijdara 2023an da hatine weşandin, derxist holê ku "Şêweyekî domdar heye ku çavkaniyên bêtir ji bo nûçeyên ku bandorê li Îsraîliyan dikin ji nûçeyên ku bandorê li Filistîniyan dikin têne veqetandin."

- Nameya ku encamên lêpirsînê dihewîne

Çavkaniyek ji Reutersê ji Declassified UK ra got ku piştî vê kifşkirinê lêpirsînek navxweyî "hem analîzên hejmarî û hem jî yên kalîteyî vedihewîne" ya nûçeyê hatiye kirin. Çavkaniyê got, "Çend hefte piştî êrîşa 7ê Cotmehê, hin rojnamevanên Reutersê fêm kirin ku nûçeyên me yên li ser şerê Îsraîl û Xezeyê ji bêalîbûnê dûr in."

Çavkaniyê navborî yê Reutersê got, "Van delîlan ji bo rojnamevanên di navenda nûçeyan da ku ji bo xurtkirina rojnamegeriya Reutersê li ser Xezeyê dixebitin, bingeha nameyeke vekirî pêk anî ku di hundir da hate parvekirin da ku herduyan nas bike û bi hev va girêbide."

- Tevî "rehetiya" edîtorî standardên dualî

Vê koma rojnamevanan di rexneyên xwe da got, "Nimûneyek eşkere ya alîgiriya di gotinên me da hilbijartina me ya qedexekirina bikaranîna peyva 'Filistîn' e. Her çend Filistîn li hin welatên rojavayî wekî dewletekê neyê naskirin jî, ne hewce ye ku em îdia bikin ku ew ne cihekî rastîn e."

Vê koma ku pirsî çima Reutersê bêtir agahî li ser îdiayên pisporan nedaye ku dibêjin Îsraîl li Xezeyê jenosîdê pêk tîne, bi awayê ku ajansa nûçeyan nêzîkatiya îdiayên êrîşên Rûsyayê li Ukraynayê dike, berawird kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın