Dinya

Li Qersê minîbusa gund ji rê derket û welgeriya, 5 kes birîndar bûn

Cüneyt Çelik  | 16.03.2026 - Rojanekırın : 16.03.2026
Li Qersê minîbusa gund ji rê derket û welgeriya, 5 kes birîndar bûn Cüneyt Çelik

Kars

Li Qersê minîbusa gund ji rê derket û li ser eraziyê ku bi berfê nixûmiye welgeriya, 5 kesên ku di minîbusê da bûn birîndar bûn.

Minîbusa ku şofêrê wê Gudbettîn Demir û plaqeya wê 06 DF 4269 e li ser rêya Qers-Dîgorê, li Taxa TOKÎyê ji rê derket û li ser eraziyê ku bi berfê nixûmiye welgeriya.

Di qezayê da şofêr û Bîrcan Demir, Îzzet Îslam Demir, Turkan Esatoglu û Îsmet Ayaz Esatoglu yên di minîbusê da bûn, birîndar bûn.

Li ser cawdayînê polês û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê û Navenda Lêkolîna Tenduristiyê û Sepanê ya Zanîngeha Kafkasê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın