Dinya

Li Portekizê tramvay ji rê derket, 15 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn

Şenhan Bolelli, Eren Beksaç  | 04.09.2025 - Rojanekırın : 05.09.2025
Li Portekizê tramvay ji rê derket, 15 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn

Portugal

Li Lîzbona paytextê Portekizê tramvay ji rê derket, di qezayê da 15 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên çapemeniya welêt, tramvaya bi navê Glorîa ya ku semboleke Lîzbonê ye û turîst eleqeyeke mezin nîşan didin, bi saeta herêmî li dora saet 18.00ê êvarê ji rê derket.

Di qezayê da 15 kes mirin û jê 5 giran 18 kes jî birîndar bûn.

Serokomarê Portekizê Marcelo Rebelo de Sousa di daxuyaniya nivîskî da piştrast kir ku di qezayê da mirî û birîndar hene û xemgîniya xwe anî ziman.

Di vîdeoya li ser medyaya civakî hatiye parvekirin da xuya dike ku dû ji tramvayê bilind dibe û mirov hewl didin ku kavilan rakin.

Hikûmeta Portekizê ji ber qezayê rojek şîna neteweyî, Şaredariya Lîzbonê jî 3 roj şîn îlan kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın