Dinya

Li Parîsê 2 kes ji ber êrîşa dijî 2 jinên sergirtî hatin binçavkirin

Li Parîsa paytextê Fransayê 2 jinên sergirtî rastî êrîşî hatin ku paşê lêpirsîn hat destpêkirin û 2 şikbar hatin binaçvakirin.

Türkan Tosun  | 22.10.2020 - Rojanekırın : 22.10.2020
Li Parîsê 2 kes ji ber êrîşa dijî 2 jinên sergirtî hatin binçavkirin

Ile-de-France

 Li Parîsa paytextê Fransayê 2 jinên sergirtî rastî êrîşî hatin ku paşê lêpirsîn hat destpêkirin û 2 şikbar hatin binaçvakirin.

Şeva yekşemê li dora Kuleya Eyfelê du welatiyên Fransayê yên ku eslê wan ji Cezayîrê ye Emel û Kenza rastî êrîşeke Îslamofobîkê hatin. Dozgeriya Parîsê lêpirsîna "tundiya bizanetî" da destpêkirin û 2 kes hatin girtin.

Şikbar avêtin nezareta Navenda Polêsan a Herêma 7emîn.

Piştî ku Serokomar Emmanuel Macron û piştgirên wî li hemberî Misilmanan û saziyên Îslamî zextê kirin li welêt ev êrîş zêde bûn.

Ji ber ku medyaya Fransayê li hemberî vê êrîşî bêdeng dimîne ev tevger wek tevgereke durû tê binavkirin, lewra dema mamosteyê ku serê wî hatibû jêkirin der barê wî da gelek nûçe hatibûn çêkirin.

- Bûyer

Şeva yekşemê li dora Kuleya Eyfelê du jinên sergirtî yên welatiyên Fransayê yên ku eslê wan ji Cezayîrê ye ji ber du kuçikên nehatine girêdan aciz bûbûn. Di navbera wan û xwediyê kuçikan da niqaş derketibû.

Xwediyê kuçikekê bi kêrê va êrîşî jinan kiribû û reviyabû. Jinên giran birîndar bûbûn rakiribûn nexweşxaneyê.

Kenzaya 18 salî gotibû dema êrîşkar êrîşî wan kiriye ji wan ra gotiye "Ereba pîs" û bi kîndarî ji bo ku wan bikuje êrîşî wan kiriye.

- Zexta li ser komeleyên Misilmanan zêde dibe

Li taxa Conflans-Sainte-Honorineyê ya Parîsê di 16ê cotmehê da serî mamosteyekî jêkiribûn û polêsan daxuyandibû êrîşkar dema reviyaye ji hêla polêsan va hatiye kuştin.

Hatibû ragihandin mamosteyê hatiye kuştin mamosteyê dîrokê ye û di dersa xwe da ji ber ku karîkaturê Hezretî Mihemed nîşan daye ji hêla êrîşkar va hatiye kuştin.

Piştî vê bûyerê zexta li ser komeleyên Misilmanan zêde bû.

Wezîrê Karên Navxweyî Gerald Darmanin di 19ê cotmehê da daxuyandibû gelek komele, mizgeft û saziyên civakî yên sivîl wê bên girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın