Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19 ji 2 milyon û 80 hezarî derbas bû
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 80 hezarî derbas bû.
Abuja
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 80 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 12 hezar û 587 zêde bû û derkete 2 milyon û 82 hezar û 702yan.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 290 zêde bû û derkete 49 hezar û 802yan.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 20 hezar û 903 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 548 kes, li Fasê jî 5 hezar û 316 kes mirin.
Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 767 hezar û 679 kes, li Fasê bû 324 hezar û 941 kes, li Misrê bû 113 hezar û 27 kes.
Li Afrîkayê milyonek û 753 hezar û 722 pêketî jî pak bûn.