Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19 ji 2 milyon û 248 hezarî derbas bû
Abuja
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 248 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 16 hezar û 365 zêde bû û derkete 2 milyon û 248 hezar û 159an
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 375 zêde bû û derket 53 hezar û 368an.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr can dan, li welêt 21 hezar û 963 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 732 kes, li Fasê jî 6 hezar û 136 kes mirin.
Heta heta niha ji Seyşel û Erîtreyê ji ber Kovîd-19ê mirin nehatin parvekirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 805 hezar û 804 kes, li Fasê bû 372 hezar û 620 kes, li Misrê bû 117 hezar û 587 kes.
Li Afrîkayê milyonek û 916 hezar û 443 pêketî jî pak bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.