Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, nêzî 81 hezarî bû
Istanbul
Li parzemîna Afrîkayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, derket 80 hezar û 965an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara pêketiyên vîrusê derket 3 milyon û 325 hezar û 510an.
Jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 80 hezar û 965an, jimara pêketiyên ku qenc bûn jî derket 2 milyon û 756 hezar û 909an.
Li parzemînê herî zêde mirî û pêketî li Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis û Misrê hatin tesbîtkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.