İbrahim Atmaca
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
CHICAGO
Li Chicagoya bajarê Amerîkayê rojên sînemayê yên li derva dewam dikin û bi hezaran Amerîkayî li Parqa Mîllennîumê fîlm temaşe kir.
Parq ji nîşaneyên Chîcagoyê ye û di rojên sînemayên yên ku li parqê tên lidarxistin da fîlma bi navê "Get Out" hat nîşandan.
Digel Amerîkayiyan tûrîstên sînemahez jî çend saet beriya fîlmê berê xwe dane parqê.
Gelek malbat ji bo ku li derva fîlmê temaşe bikin, bi xwe ra xwarina xwe jî birin parqê û pîknîk kirin.
Ji ber ku parq tije bû, polês mecbûr man û deriyên parqê girtin.
Rojên Sînemaya Derva ya li Parqa Mîllenîumê wê heta 21ê tebaxê dewam bikin.