ÎSLAMABAD
Li Pakistanê êrîşa bibombe birin ser konvoya leşkerî. Di êrîşê de 20 leşker mirin.
Li gor agahiyan, li bajarê Bannuya li ser eyaleta Hayber-Paktuhkvayê ya ku bi bakurê rojavayê Efganistanê re cîran e, êrîşa bibombe birin ser konvoya leşkerî. Bombe bi qumandayê hat teqandin.
Konvoya leşkerî ya ku bi 25 wesaîtan pêk dihat, dema ku ji qada Amandiya bajarê Bannuyê re derbas bû, li ser rê bombe teqandin û 20 leşker mirin, 20 leşker jî birîndar bûn.
Hîn kesî berpirsiyariya êrîşê hilneda li ser xwe.