Muhammet Nazım Taşcı
07 Hezîran 2021•Rojanekirin: 07 Hezîran 2021
Li eyaleta Sîndê ya Pakistanê qezaya trênê çêbû, li gorî encamên destpêkê 30 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn.
Peywirdaran diyar kir, li herêma Gotkiyê ya eyaletê vagona trêneke diçû ji şûna xwe derket, li trêneke din a ku ji aliyê hember dihat qelibî.
Di qezayê da li gorî encamên destpêkê 30 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin, xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.