Muhammet Nazım Taşcı
26 Tebax 2022•Rojanekirin: 27 Tebax 2022
Li Pakistanê ji ber baranên mûsonê rewşa acîl a neteweyî hat îlankirin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya neteweyî da hatin weşandin ji 14ê Hezîranê vir va li seranserê welêt şilî û baran heye û heta niha 937 kesan ji ber lehî û av rabûnê can dan.
Hat gotin ku di nav kesên wefat kirin da 343 jê zarok û 198 jî jê jin in.
Rayedaran gotin ku ji ber baran, lehî û şiliyê nêzî 30 milyon kes zirar dîtin û piraniya wan jî ji cî û warê xwe bûn.
Li seranserê welêt 670 hezar û 328 xanî zirar dîtin û 145 pire hilweşiyan û 3 hezar û 82 kîlometre jî rê zirar dît.
Li welêt ji ber barana mûsonê rewşa acîl a neteweyî hat îlankirin.