Türkan Tosun
27 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2020
Li Hayber Pahtunhva eyaleta Pakistanê di medreseyekê da teqîn çêbû, li gor agahiyên ewil 7 xwendekar mirin, 70 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên çapemeniya Pakistanê li herêma Peşaverê dema di medreseyekê da ders dihat dayîn teqîn çêbû.
Li gor agahiyên ewil di teqînê da 7 xwendekar mirin û 70 kes jî birîndar bûn.
Komîser Mansur Aman daxuyand li gor raporên ewil di teqînê da 5 kîlogram teqemenî hatiye bikaranîn.
Gelek ambulans û tîmên agirkujê çûn cihê teqînê.
Hê kesî berpirsyariya teqînê hilneda ser xwe.