Haydar Şahin
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 24 Mijdar 2018
İSLAMABAD
Li Pakistanê êrîşkarekê xwekujiyê bombeya li ser xwe li ber derê medreseyê teqand, di teqînê da 25 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hêzên ewlekariyê dan, li Orakzaiya Jêr a herêma Hanguya bajaroka Hayber Pahtunhvaya eyaleta welêt êrîşkarekê xwekujiyê bombeya li ser xwe li ber derê medreseyê teqand.
Şirîn Mazraiyê Wezîrê Mafên Mirovan piştî teqînê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê da 25 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Kohatê û bajarên li der û dorê.
Hêzên ewlekariyê herêmê hildan kordona ewlehiyê.
Li ser teqînê mixalefet û îqtidarê li pey hev daxuyanî dan. Serokwezîr Îmran Xan êrîş şermezar kir û got, "Ji bo ku pêşî li mezinbûna welatê me bibirin û hizûra me xirab bikin li gor pîlanê van êrîşan dikin. Bira tu kes nekeve şikê, em ê koka terorîsmê biqelînin."
Wezîr Şirîn Mazraî jî got dibe ku hejmara miriyan zêde bibe û wiha axivî: "Ji ber ku Amerîka li Efxanistanê têk çû ji ber êrîşên dibe ku ji wê derê di ser me da werin dibê Pakistan li Herêma Eşîran ewlehiyê pêk bîne û tevdîran hilde.
Bilaval Butto-Zerdariyê serokê Partiya Gel a Pakistanê ya li mixalefetê jî li ser medyaya civakî wiha nivîsî: "Welatê mi dîsa ji aliyên xwe dilerize. Dibê em demildest pîlana çalakiya neteweyî amade bikin û pêk bînin."