Li Pakistanê di du mehan da hejmara kesên ji ber barana mûsonê mirin derket 746an

Ankara
Li Pakistanê ji 26ê Hezîranê û vir va hejmara kesên di afatên ji ber barana mûsonê da mirin, derket 746an.
Di daxuyaniya Saziya Rêvebirina Afatan a Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) da hat diyarkirin ku li ser asta welêt bandora afatên ji ber baranê berdewam e û di encama van afatan da di 24 saetên dawîn da piraniya wan li herêma Gîlgît Baltistanê 44 kes mirin.
Li tevahiya welêt di du mehan da hejmara kesên ji ber afatan mirin derket 746an.
Li rojavayê bakurê welêt ekîbên lêgerîn û xilaskirinê xebatên xwe yên ji bo dîtina 150 kesên ku li herêma Bunerê wenda bûne, didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.