Muhammet Nazım Taşcı
29 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2023
Li Hayber Pahtunhvaya eyaleta Pakistanê botek di bendavekê da binav bû û li gor tesbîtên ewil 11 xwendekar xeniqîn, 8 xwendekar winda ne.
Li gor nûçeyên çapemeniya neteweyî, li herêma Kohatê 30 xwendekarên medreseyê bi botê ser Bendava Tandayê digeriyan û tûr diavêtin.
Bot binav bû û li gor tesbîtên ewil 11 xwendekarên ku emrê wan di navbera 7 û 11an da ne, xeniqîn, 8 xwendekar jî winda ne û li wan digerin.
Polês diyar kir ku xozneberan 6 xwendekar ji avê derxistin, lê rewşa wan ne baş e.
Di bendavê da xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.