Li Pakistanê bi mezinahiya 5,2yan erd hejiya
Ankara
Li Belûcistana eyaleta Pakistanê bi mezinahiya 5,2yan erd hejiya.
Li gor nûçeya Geo Newsê ku cih da daxuyaniya Daîreya Meteorolojiyê ya Pakistanê, li herêma Sonmianiyê ya li ser Belûcistanê bi mezinahiya 5,2yan erd hejiya.
Erdheja ku 12 kîlomêtre di binê erdê da çêbû, li hin herêmên bajarê Qaraçiyê jî hat hîskirin.
Ji aliyê din va Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand ku mezinahiya erdhejê 4,8 e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
