Haydar Şahin
2019 ж. 12 маусым•Rojanekirin: 2019 ж. 12 маусым
Hat ragihandin ku li Pakistanê erd bi lerza 5,2yan hejiya.
Li gor Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, li 11 kîlomêtre rojavayê Batagrama bajarê Pakistanê bi lerza 5,2yan erdhejek çêbû.
Li gor saeta herêmî di saet 08.10an da erd hejiya û erdhej 30,7 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Hê nayê zanîn ku gelo di erdhejê da tiştek bi tu kesî hat an na.