ÎSLAMABAD
Hat ragihandin ku li Pakistanê herêma Kurrama ku eşîr lê dimînin mayîn teqiya û di teqînê de 8 kes mirin, 6 kes ji birîndar bûn.
Li gor agahiyan mayîna ku li ser rê hatibû bicihkirin, dema wesaîta rêwiyan derbas bû teqiya. Li gor agahiyên ewilîn di teqînê de 8 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya herêma Kurramê.