Li Pakistanê ji dawiya hezîranê vir va di barana musonê da jimara kesên ku xeniqîn û mirin, derket 221an

Ankara
Li Pakistanê barana musonê di dawiya hezîranê da dest pê kir û di tîrmehê da jî dewam dike. Di baranê da jimara kesên ku xeniqîn û mirin, derket 221an.
Li gor nûçeya Geo Newsê, barana ku li eyaletên Hayber Pahtunhva, Pencap, Sind û Belucistanê dibare, bû sedema can û mal.
Li gor daxuyaniya ku ji Saziya Rêvebirinê ya Afata Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) hat dayîn, di encama afata barana gur da ji dawiya hezîranê vir va jimara kesên ku xeniqîn û mirin, derket 221an.
Her wiha di heman heyamê da 592 kes jî birîndar bûn.
Her sal li Asyaya Başûr di navbera meha hezîran û îlonê da barana musonê dibare û dibe sedema afatên mezin û qezayan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.