Li pêşiya navenda giştî ya partiya Netanyahu polês û xwepêşandêr bi hev çûn

Israel
Li Tel Avîvê li pêşiya navenda giştî ya partiya Lîkûdê ya bi serokatiya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, di navbera bi hezaran xwepêşandêr û polêsan da pevçûn derketin.
Rojnameya Maarîvê ya Îsraîlê ragihand ku bi hezaran xwepêşandêr digel hişyariya polêsan ji Meydana Hatûfîmê (Dîlan) ber bi navenda giştî ya Lîkûdê meşiyan.
Rojnameya Calcalistê jî destnîşan kir ku polêsan nehişt xwepêşandêr bigihîjin avahiyê û lewma di navbera xwepêşandêr û polêsan da pevçûn derketin.
Li gorî têlevîzyona Qanal 12ê, xwepêşandêran li ser Kolana King George a li nêzîkî navenda giştî ya partiyê, agir berdan lastîkan û her wiha polêsan herî kêm 4 kes binçav kirin.
Rojnameya Yedioth Ahronothê jî ragihand ku hejmara binçavkiriyan pişt ra derket 6an.
Haaretzê jî destnîşan kir ku ji duh sibehê û vir va hejmara binçavkiriyan li tevahiya welêt derket 27an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.