Dinya

Li nêzî zanîngeha Kabulê teqîn

Li Efxanistanê teqîn çêbû li gor tesbîtên ewil 8 kes hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn

Haydar Şahin  | 19.07.2019 - Rojanekırın : 20.07.2019
Li nêzî zanîngeha Kabulê teqîn

Ankara

Li nêzî Zanîngeha Kabulê ya Efxanistanê teqîn çêbû li gor tesbîtên ewil 8 kes hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn.

Li gor xebera "Tolo News"ê, çavkaniyan diyar kirin ku dema hin xwendekar li pêşiya kampusa zanîngehê ji bo ezmûnê sekinîbûn teqîn çêbû.

Wahîdullah Mayarê Berdevkê Wezareta Tenduristiya Gel destnîşan kir ku di teqînê da 8 kes hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn.

Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku di teqîna li pêşiya zanîngehê da agir bi 2 wesayîtan ket.

Di daxuyaniya polêsên Kabulê da jî hat gotin ku bi teqemeniya manyetîk a bi destan hatiye çêkirin û li herêmê hatiye bicîkirin êrîş hat kirin.

Fikar ew e ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Hê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda stûyê xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın