Türkan Tosun
27 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Hikûmeta Norwecê qanûna cotwelatiyê di sala 2006an da rakiribû, lê daxuyand ji 1ê Çileya Paşîn a 2020an pê va ewê cardin destûrê bidin.
Li ser malpera înternetê ya hikûmetê hat daxuyandin ji 1ê Çileya Paşîn a 2020an pê va kesên ji bo welatîtiyê serî li Norwecê bidin wê bikaribin mafê cotwelatiyê bigrin.
Di daxuyaniyê da hat gotin kesên berê ji bo welatîtiya Norwecê hatine qebûlkirin, dikarin serî li welatên ku jê hatine bidin û ji mafê cotwelatiyê sûd werbigrin.
Ji bo welatîtiya Norwecê şert ew e ku kesek 10 salan li welêt bijî. Zarokekî dê û bavê wî ji Norwecê be, heman dibe welatiyê Norwecê.